Aufruf Kurdisch: Ji Zagona Polîsan NRWyê re NA

Ji Zagona Polîsan NRWyê re NA. Ji êrîşa li dijî mafên me yên demokratîk û azadiyê re NA.

NRWya Hikûmeta Eyaletê plan dike ku zagona polîsan bi awayekî derasayî tund bike. Dixwazin zagona hatî plankirin beriya betlaneya havînê bêyî ku niqaşkirina bi gel re di parlamentoyê de bipejirînin. Armanca guherîna di zagonê de bê kirin ew e ku hêzên cudabûyî yên karîneya mesûmiyetê û hêzên ewlekariyê yên bingeha dewleta hiqûqê qels bike.

Zagona polîsan ya nû wî mafî dide polîsan ku bêyî gumanek teqez jî mirovan bisekinîn kontrol bikin, lê bigerin û bêyî sipartina delîlekê heta mehekê binçav bikin an jî hepsa malî bidin. Polîs bi hackkirina telefonan dê karibin peyam an jî nivîsên watsapê bixwînin, hetta dikarin navnîşana ku pêwist e biçinê biguherînin û bişînin. Ev rasterast êrîşek li dijî mafên kesayetiyê ye. Ev mudaxaleya digel zagona nû bê bi kesên gumanbar re sînorkirî namîne, nivîsên kesên derdorê jî di xwe de dihewîne. Ji bilî vê dê kamerayan danin li qadên ji gel re vekirî de.

Zagon di esasê xwe de li ser binasa hiqûqî ya „pêşîgirtina xetereya nêzîk“ hatiye dirûvkirin. Bi binasa xetereya nêzîk bêyî ku delîlek şênber, tenê li ser gumaneke bi texmînî polîs dikarin tevbigerin. Ev guherîna bi navê „di serî de pêşîgirtina xetereyê“ cara ewil xweş bê xuyan jî karîneya mesûmiyetê ya mirovan îxlal dike. Eger ev guherîn di zagona polîsan de bên kirin, di rewşa gumanê de bi karîna binçavkirina kesekî re , sînorên di navbera erkên komkirina agahiyan yên rêxistinên îstixbaratê dê ji holê rabin û rêgeza hêzên cudabûyî ya di navbera saziyên ewlehî û daraziyê dê bên tunekirin.

Bi tundkirina di zagonê de bê kirin re dikarin mafên herkesî yên bingehîn bisînor bikin. Di wextekî xelet de li cihekî xelet bûyîn dikare sepana diyarkirî ya li jor digel xwe bîne. Tabiî bi taybetî li ser kesên muxalif û tên di bin şopîna polîsan de bêhtir bandorê dike. Bi rayeya lêgerînê ya bi zagona polîsan ya bi berfirehkirî re kesên dûçarê nijadperestiyê bi navê „kontrola netewî-profil“ dibe ku bêhtir bandorê bibînin. Ji bilî vê kesên mala wan tune, kesên aciziyên wan ên derûnî heyîn, kesên di nav tekoşînên polîtîk de, karkerên grevê dikin, alîgirên futbolê û gelek kesên din û gelek kesên ji komepîşeyên din bi îhtimalek xurt dê vê zagonê tund hîs bikin.

2017,di Almanyayê de di nav 25 salên dawiyê de sala rêjeya sûcan ya herî kêm bû. Digel vê gelek hikûmetên eyaletan zagonên polîsan tund dikin. Hikûmetên eyaletan xetereya terorê ya texmînî û bêewlehiya di nav civakê de hatî afirandin binasî nîşan didin û van zagonan derdixînin. Ev rê rêyeke ku armanc dike Almanya bibe dewleta polîsî û mirovan bike di bin kontrolê de.

Ji ber vê- wekî di eyaletên din de bûyî- em jî ji NRWya Zagona Polîsan ya Nû re dibêjin NA. Em ji sînordarkirina mafên mirovan yên bingehîn yên bi milyonan mirovan re dibêjin NA. Li ser navê ewlehî û pergalê em ji çavnêrîkirina bikomî re dibêjin NA.

Ji bo agahdarkirina gel ya di derbarê vê zagonê û encama wê de, li gelek bajarên NRWyê em ê civînên agahdarkirinê li dar bixin. Kesê ku bixwaze di bajarê xwe van civînan bike dikare serî li me bide.

Bangewaziya me ji bo hikûmetê: Vê zagonê zagonî nekin. Di 6ê Pûşberê de em ê danişîna li ser zagonê di parlamentoyê de bê kirin bişopînin û gel agahdar bikin. Tu jî dikarî ji malpera webê ya li jêr diyarkirî vê bişopînî.

Di roja 7ê Tîrmeha 2018an de nêzî dawiya muzakerekirina zagonê li Düsseldorfê em ê meşek mezin ya kolanan li dar bixin. Tu jî digel derdora xwe beşdarî meşê bibe.

Zagon di parlamentoyê de bê pejirandin jî em sînordarkirina mafên xwe yên bingehîn napejirînin û em ê li dijî zagonê têkoşîna xwe bidomînin.

Me li dijî Zagona Polîsan ya Nû yekîtiyek damezirand. Ev yekîtî yek yek ji kesan, ji rêxistin û partiyên polîtîk pêk tê. Di jiyana rojane de em li cihekî cuda bisekinin jî li dijî zagona polîsan em bûne yek. Ji ber ku ev zagon herkesî têkildar dike. Ev zagon di her qadên jiyanê de, di dibistanê de, di kargehê de, di kolanê de jiyana me hemiyan dê dijwar bike. Ji bo vê tu jî dengê xwe bilind bike, tu jî bi me re derkeve kolanan.